taveheyvê bikşînin ji bîrên kûr, Hilbe Kobanî bila bibe çira û gulavê bireşîne li goristana te bila baskên xwe vekin bazên di şevê da raketî îroj zîl daye dengê azadiyê, keleha te ya agirî Kobanî Kobanî Kobanî, tu çira yî, agir û ba yî serên serî hildayî li ser meyîtên kesk û şîn çirayên vemirî, bivejin kuncên ji siyê zayî carcaran erdî bihejîne, çar caran hil bibe volkanek ji axîna kûr, te dike qibleya êvarê
Yorumlar