Erdnîgariya Mezopotamyayê ne tenê bûye şaristaniya serdem û vedorên pêşîn ên gelên mîna sumerî, akadî, babîlî, asûrî, ûrartûyî, gûtî, mîtanî, medî, persî û hin qewmiyetên din ên çiyayî û deştî. Bêguman Mezopotamya xwediyê wê jêder û çavkaniyê ye ku di şeş hezar salên pêşîn de şaristanî li her çar herêm û eqlîmên cîhanê belav kiriye, bi pêş ve biriye. Di Rojhilata Navîn de, herêma ku di rêza yekem de cih digire, bêguman deştên Mezopotamyayê yên ku ji aliyê rûbarê Dîcle, Firat, Xabûr, Zêya Mezin, Zêya Biçûk û hin rûbarên din ve dihatin avdan û bûne sedem ku berhemên şaristaniyê geşedan bibin û bi pêş ve herin. Ev berhem yek ji bermahiyên wan şaristaniyan e. Ferhenga Sumerî-Kurdî di qada xwe de yek ji berhema herî baş û sûdewer e. Ev cara yekem e berhemeke wiha berfireh a Sumerî û Kurdî bi latînî tê çapkirin. Di vê berhemê de bi zelalî xuya dibe her du zimanên “Sumerî û Kurdî” ne tenê di warê morfolojî û peyvan de, her wiha di warê beşek ji sentaks û rêziman de jî ji kaniyekê tên, anku hevkok û hevmak in. Her wiha bi sedan peyvên zimanê Sumerî, îro di zimanê kurdî de çalak in.
Yorumlar